@muraddemirr_: Murad Demir - Kurd Ji Mirinê Mezintir in. #helepçe Navê Helepçeyê û komkujîyê bûye yek nav, wexta behs lê tê kirin her hilm bi êşekê tê û diçe. 16yê Adara 1988an, ne tenê jiyana pênc hezar mirovan, dil û cergên me hemîyan parçe kir. Zarokên ku di nav bayê jehirkirî de bêdeng man, dayikên ku zarokên xwe hembêz kirin lê nikaribûn wan biparêzin, û bavên ku hewl dan malbatên xwe xilas bikin... Helepçe ne tenê navek e li ser rûpela dîrokê, birînek kûr e di wijdana hemî mirovahiyê de. Her wiha di hemî berhemên me de dijî navê Helepçeyê û niştecihên wî warî ku êdî her kes dizane ew niştecih ango Kurd, ji mirinê mezintir in! Gotin: Jaro Duhokî Muzîk: Murad Demir Aranje: Mehmet Ali Edis Çello: Ruşen Arslanargun Qeyd & Mix & Mastering: Sinan Demirtaş Studio: Alekka Wêne: Muhammed Demir Video Edit: Veysel Seçen