@felek__12: Hezkirin…… Û ji bo Şervanekê … ku li milekî tifank hildaye Û li ser milekî kezî hûnaye Hezkirin ji bo Leşkerekî … ku evîna xwe li pey xwe hêlaye Û li çeperê ax bi xwîna sor av daye Hezkirin ji bo Dayikekê .. Ku keçek xwe Şehîd daye Û çavê xwe li rê ya kurê xwe maye Hezkirin ji bo Zarokekî… Li ber gora bavê xwe razaye di nav dizan de mafê wî windaye Hezkirin ji bo Welatekî… Bi kîna neyar bûye çar parçaye Her parçek bi êşekê pêçaye Hezkirin ji bo Gelekî… Ku li ser zilmê ne razaye Ji bo azadiyê her ber xwe daye #kurdi